|

Kemal
Necim
Şaneşînên Tirsê
Kolanên Poşmaniyê
Tirsa min ji wê tirsê
ku careke din bêriya te bikim
îro , yan sibê,
yan piştî çileyekê..
.....................
Û mîna careke berê,
bi tevû sawêrên xwe yên şêlo
û bayê vê dilbijîna neban , piştxwas, piştvekirî,
piştsincirî, malwêran,
di guhê min de dike vîzevîz.
Bi tevû xwêya li ser eniya min şev lê geriyayî,
xwêya havînên berteng
û bêhna kizîra tûtina min
Bi tevû hemû razên kujer yên di pişta min de veşartî,
xwe vedizim nav nivîna kêliyên te yên aram,
xewa te ya avzêl bişkînim...!
Û tirsa min ji wê tirsê
tu nema li wê bendê be
nejî li benda wê kêlîkê be
Lewma
her ku leylana te min vedixwînê
wê serpêhatiya kevnar
xwe vedidzim nav damarên xwe,
û ji parsiwa xwe ya şikestî
xwîn dirijim...!
......................
Ya rastî,
Ji tirsa ku careke din bêriya te bikim
nikarim te ji bîr bikim..!
Ne îro, ne sibê
Nejî piştî çileyekê..!
.....................
|