|

Salih Bozan
LO KURDO..?
1
Lo Kurdo tu kî..?
Ez mirovekî bi çiyan re zewicî me
Û zarokên min li çeman in
Dem di çavên min de
tê kuştin
Û li paş min kesereke sêwî
di pêtaga mirovahiyê de vedimire
Ez rêwiyê dîrokê me
Xwedêyê peyva hîn nehatiye gotin.
2
Lo Kurdo...
Tu viqas dîrokê dikirurisînî
Nefesên salan li xwe teng dikî
Ji min re bibêje..
Tu çi dixwazî..?
Li çi digerî..?
Rastiyê..
rastiyê..
û rastiyê
Ew ne li cem min e
û ne ji ezmanan dibar e
Rastiya tu lê digerî
Rihên xwe di çiyan de berdan e
Dengê xwe di birûşkan de vedide
Ew li zozanan hêşin tê
û di kendalan de radikeve
Ji mirinê natirse
Ji bil ku mirin di hundirî wê de ye
Lo Kurdo derdê te li ser pişta wê yê
Û ta niha peya nabiye
.....................................
Lo Kurdo rastiya tu lê digerî
li ser çiyan e.
-----------------------
JI DEFTERÊN WELÊT
|