shevchira@shevchira.com

 

 

30/07/2010

 

 

Nizar Yûsiv

Helbest

Şevçira: 30 July 2010

 

 

 

 

 

 

 

VEGERE SERRÛPEL

 

 

Nizar Yûsiv

 Landika xewnan

 

 

 

 

Honandin a keziyên çend zeriyan

Biskên çend dilberan

Li hev birês im

Werîs ê hêmandin ê

Bavêj im qurm ê dara tûyê

Li deşt ê

Û seryê din  

Li kembera dar a berûyê

Girê bidim

Û merşik a kevnar

Rengên bi hisretan xêz kirî

Ji tevna pîrik a pişt qof

Li ser raêxim

Bi mûyên don girtî

Ji pirça wê

Pê landikê

Bi wêrîs ve bidirûm

Sêwiyê çav li rê

Nikêta tovê pakrewanekî

Li ser vezilîn im

Bi lorîn im

Komkeder ên makan

 

Evîna wî ya

Bi barana şaêl re dibare

Yan jî bi gurika êgir

Sincirî tê

Hebûna vî tovî   

Bi êgir û barana te

Boş dibe

 

Di xewna xewxweşo de

Bab bi cilê spî

Ji goran ve tê

Hilgirtiye kincên nû

Diyariyên şirîn

Û ew bi yek xirê  

Bero pê direve

Di nava leylanê de

Li her derê

Gurên çavzeloq

Kerên guhfireh xebergêr

Xefk û davên bê keys

Xwestek ji tirsê

Bab hembêz bikê

Têlek rêsayî

Piyê xwas hingaft

Ji xew ê veqetiya

Dilê şikestî

Hîvî li ber bê ketin

Keleka bin av bûyî

Xerciya welatekî

Welatê nîvişkan

Welatê birîndar

 

 

Reutlingen

05,11,09

www.myspace.com/nizarmusic

 

 

 

 

Her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye

 

copyright ©shevchira.com [ shevchira@shevchira.com ]

start: 01. 01. 2010