|

Nisrîn Ehmed:
Ez û paytexta xewnan.
Bajar jî, wekȋ
mirova ne. hindik ji wan derbasȋ
dilan dibin û cihekȋ
taybet digirin. Bi rastȋ,
tu carȋ
min bawer nedikir ku bajarek bikaribe hemȋ
hestên min bike bin bandora xwe. Tu carȋ
min bawer nedikir ku dilê min bibe dȋlê
bajarekȋ.
Amed, bi himbêzeke gerim, mêvanan peșwazȋ
dike û dilê xwe ji danê re vedike. bihna berbangên wê,
pencereyên girtȋ
vedike û helbesta axa kevnar dixwȋne.
Amedê! dȋmenên
te rûyê dayika min tanȋ
bȋra
min. Agirê dilê te di kolan û rêyan de gur dibû. ken û
girnijȋn
bi gurzan li meydanan belav dibûn. te nan û kenên xwe bi
mêvanan re parve dikir.
șevên
te, bi tariya xwe ve, evȋnek
sipȋ
di dilê min de diçandin. her ku
șev
tarȋtir
dibûn, ken û awaz û evȋn
xweștir
dibûn. tenê birȋnên
xwe, te bi kesȋ
re parve nekirin.
Amed, tu çawe dikarȋ
bi vê hêz û xweșikbûnê
bî!?. Kembera te ya dȋrokî,
kal û bapȋran
tîne
bȋra
min. Xanên te, dȋrokek
nependȋ
dida xwiya kirin. Bazar û kolanên te, çȋroka
karwanên lehengan tȋne
ziman. Mirovên te, parêzerên hêviyek nûjen û kevnar in. Hêza
jiyanê, evinê, berxwedanê di ava te de meyandiye.
pênc roj di himbêza te de, pênc xewnên dirêj bûn. û di
xatirxwestinê de paytexta xewn û rastiyan, çend xewn diyarȋ
min kirin… Xewna evȋn
û aștiyê.
Xewna hêz û xweșikbûnê.
Xewna pêșveçûnê.
Xewna serxwebûn û azadiyê.
Hezar hezar spasî ji te re Amedê!
10/06/2010
|