 |

Mihemed Elî
Helbest
efrin2612@hotmail.com
ŞevÇira:
15 June 2010
VEGERE SERRÛPEL
|
|

Mihemed
Elî
Bibexşîne
Bibexşîne.
bêsûd
in dorpêçên te
bêsûd
in êrîşên te
besûd in dek û sêwiranên re
penda min ji te re bidûr bikeve ji vê sengera te ji xwe re
kiriye armanc
ev sengereke vala ye
bircên wê hilweşîne
dîwarên
wê şehitîne
bîrên
wê miçiqîne
axa wê
hew pêtan e
zaviyên
wê bê ber in
qendîlên wê vemirîne
kundan
ji xwe re kiriye war û keder tê de bûne akincî
gencîneya tu tê de li nêçîra dil û çavên xwe digerî
ji zû
ve hatiye talankirin û li cihekî nediyar hatiye veşartin…
Bibexşîne
ev
senger bi kêrî hêvî û têkurkên te nayê
ev senger bi kêrî ewir û barana te nayê
ev senger bêgiyan e
ev senger bêçêj e
ev senger bêken e
ev senger sar e
tarî ye
biyaban
e
Bibexşîne…
14.06.2010
BERN.
|
|
|
|
Her
nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye
copyright ©shevchira.com [
shevchira@shevchira.com
]
start: 01. 01. 2010 |
|