Ehmedê Huseynî:

NûRoja we pîroz be!

 

 Hêlînên dilên xwe, pencereyên kulên xwe  ji xwelibakirina perên ronahiyê re vekin û ji kevokên evînê re, ji mêkewên xewnê re û ji esmanê dîroka veçiryayî re, ji gurmîna Cûdiyî re, ji pirsên Herekolî re, ji derdkêşana Gebarî re, ji bindestiya Bagokî re, ji hişê Şahoyî re, ji keviyên asoyên Qendîlî û ji şînagirê Agirî re û ji nasnameya Tendûrekî re, beriya hûn parçeyên çirayên xwe yên şkestî berhev bikin, beriya hûn qederên xwe bi nav bikin, beriya hûn herikîna xwîna xwe bipesinîn, beriya hûn bêriya şehîdên xwe bikin, beriya hûn alên xwe yên ji beybûnan bilind bikin;  bibêjin:

NûRoja we pîroz be!

 Bagerên serberdayî yên ji tevnên şevistanan,  li ser lêvên Amedê yên ji bendemanê rawestînin, pasvanên sînoran ji bîra kuçeyên dadayî yên Qamişloka min bavêjin, rexên hesretê yên Mehabadê li ber çavên Çarçirayê bi banga xweşmêran  biherifînin, dengvedana Hewlêrê bi gewriyên ji  azadiya derengmayî  himbêz bikin, pêxemberên Rihayê hînî aramkêşana bûkan û hînî çavdêriya hîvên ji kevir, şevên ji kevir û hînî qirçeqirça dilên ji kevir  bikin, agirê pîroz ji lewendiya xwedawendên narincî bidizin û ji tîna dastanê re, ji birîna gulistanê re, ji Ahoremezdayên kewistanê re bibêjin:

NûRoja we pîroz be!

 Pencereyan vekin û keştiyên peyvê ji nav pencên pêlên şînîgiriyê birevînin, miriyan hînî bendemana sorgulan û tênahiya rondikan û lezgîniya bend û ayetan û rûbarên le´net û nefretan û tofanên kîn û tolhildanan bikin û ji xeyidîna hetavê re, ji çurisîna xunavê re, ji zorbaziya gulavê re, ji poşmaniya lîlavê re, ji sirûdên hinavên silavê re bibêjin:

NûRoja we pîroz be!

 Hey Cûdî!

Hûn herdû yek in

Hûn herdû kek in

Hûn herdû birayên min in

Tu û azadî!

 

 Dest ji serhişkiya xwe ya sal û zemanan berde, dest ji pêlên xwe yên ji dûmana kor û ji mija sor berde, dest ji kuştina hevalên min ên ji pûng û nimêjan berde, dest ji parastina ronahiyê berde,  dest ji temenê me yê ku li ser asîtankên xewna te zuha dibe berde, dest ji kuştina şengebiyan, dest ji destmalên me yên ji giriyanê berde!

Şevê bi awirên xwe bikuje, roja me ji bêrîka xwe derxîne, tavsorkê di dergûşa hişê xwe de bilorîne, xwe ji qirêja dîrokê daweşîne û bi rojê re hetahetayê bireqise û ji Torosan re, ji pêdariya qehremanan re, ji velerzîn û jena dilê min û Nûrayê re,  ji pênûsa Êvara min re, ji dudiliya Bazyarê min re, ji govenda dost û hevalên min re, ji şehîdên pirtûka min re û ji tenhatiya girtiyên doza min re, bibêje:

NûRoja we pîroz be!

 

 

London

19. 03. 2010

 

 

 

 

 

 

 

 

 

shevchiraCom © 2008 • shevchira@shevchira.com  • Start: 2008. 10. 01