|

Hoşeng
Osê:
Goşiyek Raz
Av jî ta digire, ax jî.
Ba jî di xew de, bi xwe re taxêve, agir jî.
Wisa dara zeytûnê, li çavên te dinêrî,
diponijî û digot:
Û ber bi dojehê ve çû!.
***
Nexweş im…
Bêrîkirinê ez kuştim.
Tenahî kêreke ko ye… lê.. lllê.
Çoleke kor e…
Goreke sincirî û vekirî ye.
Ka kengî tu ê bêyî, dîsa kezeba min bi awirên
xwe dax bidî?.
***
Dema tu ji qorzîka bîstikeke winda hilatî…
Peyala Cizîrî ji destê wî ket.
Bi ser helbesteke min ve rijiya.
Ji wê çaxê ve, geh mij im geh sayî me!.
***
Qey xwîniyê te bûm, te min da ber zixtên rim
û xenceran!?.
Ev dil, weke dergûşeke vala, dihejiya!.
Ev giyan ne ji xwe, weke bablîsokeke serxweş,
li dora xwe dizîvirî!.
Barê min, barê gerdûneke gunehkar bû.
Rêya min, vegera Xwedê bû.
Bihna min, sûnda pûşeperê, dengê min, jana
gulanê, pêyvên min taya dara hinarê û kenên min guman û
tirsa wê bû!.
Vêja, qey ez xwîniyê te bûn, te ez dam ber
das û tapanên evîna xwe!?... qey!...
***
Pêjna te, sira bayê zozanên Şerfdîn û Serhedê
bû.
Ez jî, qirşikekî dera hanê bûm!.
Dengê te, mehrîcana hechecîkan bû…
Qeymaxê mastê mexmerê bû…
Hingivê Botanî bû…
Ez jî, zarokekî sêwî, parsek û birçî bûm.
Min dizanî dilê te dibije min!.
Te dizanî ku miriyê te me!.
Amedê dizanîbû em du libên tirî ne, ji
goşiyên mêwa Xwedê ketine.
***
Nabe, tu xwe bikî çem, dê derya ji kefa xwe
bixwe.
Nabe tu xwe nekî çem, dê masiyekî ji tîna
bimirim!.
Nabe tu ne esman bî, dê çawa firişte dakevim
û peyalek ji evîna min û te ji Xwedê re bibin!.
Nabe tu nebî esman, dê sîmirekî birîn vekirî
bimînim!.
Dibe tu bibî şev, lê nabe êdî tu xewn bî.
Dibe tu bibî xewn, lê nema dibe êdî tu dûr bî.
Nabe êdî tu dûr bî, dê jan û bêrîkirin min
bikujin.
***
Ha dara leymûnê!!
Bihna te, bihna wê ye, dema xeydok be.
Ha dara bîhokê…
Bihna te, bihna wê ye, dema fedyok be û dilê
wê dibije min.
Ha dara qiwîzê…
tu ez im, dema wê hembêz dikim.
Ey derya…
Tu jî weke min, aniha, ji wê helbestê
dinivîsînî!.
Ey şev…
Tu jî weke min, ketî tora evîna wê…
Bi dizî, li pistpistên min û wê guhdar dikî.
Lê bi qasî min, bêriya wê nakî.
30/6/2010
Stenbol
|