|

BERKEN BEREH:
...
Dîsa bi geşbûn û firehbûna hestên neteweyî tîxûb û sînorên
di navbera her çar perçeyên kurdan de-di hêla wêjeyê
de-hatine rakirin...
Hvepeyvîn:Demhat Dêrikî
Mamoste Berken Bereh li sala 1954an de li herêma Botan, li
bajarê Şirnexê ji dayîk dibe.Beriye salên 80yan di deriyaya
raman û hestên wî de hezkirin û evîna wî ya li hember zimanê
kurdî û nivîsandina helbesta kurdî, dide ber pêlan. Hêj berî
wan salan dixwazê jan, derd û kulên vê xakê û êşa nava xwe
bi helbestê bîne ser ziman. Her çende beriya salên 80î wek
cotkarekî ji nû di nava hewldana naskirina xakê û raza
berhemdana xakê de be, lê di nava ked û xuhdaneke berdewamî
de, ew cotkar dibe pisporê berhemdayînê.Êdî ew helbestê nas
dike û helbest wî nas dike. Di kovar û rojnameyên kurdî
de(Tîrêj, Nûdem; Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat,
Tîroj)helbest û gotarên wî tên belavkirin. Îro jî, ev
berhemdayîn di gelek kovar, rojname û malperan de berdewame.
Êş (2001), Şagirtên Evînê(2003), Pandomîn(2006), Şîna
Helbestê(2008) ji berhemên wî yê çapkirîne. Me jî(rojname
WAR),
ev hevpeyvîn der mafê helbestê de bi mamoste re kir û
mamoste Berken bi dilekî fireh dîtinên xwe ji rojname War
re gotin.(ev hevpeyvîn di rojnama WAR de bi pîtên erebî
hatiye belavkirin)
War: Mamoste Berken, heta îro gelek helbestên we hatine
belavkirin, lê pênûsa we tenê bi nivîsandina helbestê ve
sînorkirî nemaye, çi di kovar û rojname û çi di malperan de
nirxandinên we ser helbestê û ser helbestvanan belavbûne,
gelo rewşa helbestê li bakurê Kurdistanê di çi astê de ye?
Berken Bereh:
Li bakur helbest ber bi asoyeke rengîn û dilxweşker
dimeşe.Di vê rêwitiyê de bê guman bandora tora internêtê û
zêdebûna weşanxane û kovarên kurdî roleke sereke
dilîze.Xwendevan û helbesthezên kurd bi hêsanî dikarin
berhemên kurdî bidestbixin,wan bixwînin û di dawiyê de bi
gor xwestek,dilîn û hestên xwe wan kategorîze bikin.Bi vî
awayî her helbestvan mecbûre daxwaz û xwestekên xwendevên li
ber çavan bigire û di afirandin û weşandina berheman de
bêhtir baldar be.Dîsa bi geşbûn û firehbûna hestên neteweyî
tîxûb û sînorên di navbera her çar perçeyên kurdan de-di
hêla wêjeyê de-hatine rakirin.Berhemên kurdên me yên li
perçên din ên welêt ji nû ve hatine çapkirin û yên bi pîtên
elfeba erebî jî hatine wergerandin.Ev helwest û hewldan kir
ku helbestvanên bakur bêhtir bala xwe bidin helbesta kurdî û
têkiliyeke durist bi wê re deynin.Helbet bi vê danûstandinê
re helbesta kurdî xwe gihande mîrateya bav û kalan.Ew
helbest ji nû ve hate parzûnkirin û çi ji hêla şêwaz çi ji
hêla naverok ve ket ber lehiya xwenûkirinê.Di vê raperînê de
keda wergêran ku ji zimanên ewropî bi dehan pertûk
wergerandin geleke.Bi kurtasî di van bîst salên dawî
helbesta kurdî li bakur her berê xwe da asoyeke fireh û
rengîn.Îro ji pexşan-helbestê bigir ta hayko û sonêtan ji
her cure helbestê mînakine hêja li ber dest hene.Êdî
helbestvan,helbestên ji vegotinên sext û tenê bi hestên
neteweyî hatî ristin dûr in.İşq,têkçûn,xerîbî,mirin û
tenêtî û geremola bajarvaniyê ku di dil û giyana insên de
birînên kûr kolane bûye mijara helbestê.Ez dikarim bibêjim
ku helbesta kurdî zivistan li du xwe hişt, niha ber bi
bihara xwe ve dimeşe li bakur.
W: Îro di wêjeya kurdî de şaxê derketî pêş helbeste, anku;
roman, çîrok, şano û şaxên din yê wêjeyê li gor helbestê pir
kême, sedemên vê yekê çi ne?
Berken Bereh:
Ev rastî ne tenê li cem me lê li her welatî bi vî
awayî ye.Yek ji sedemên wê ev e ku helbest li ser hest û
dilînan tê avakirin.Ji ber hindê di despêka nivîsandinê de
her kes bi helbestê radibe lê,di demeke nêz de dibîne û
haydar dibe ku tişta herî zor helbeste.Hingê dev jê berdide
an berê xwe dide beşên din ên wêjeyê.Sedema duduyan jî zor û
zilma li ser nivîs û zimanê kurdiye.Vê zordariyê rê nedaye
ku kurd di her beşên wêjeyê de bi pêş bikevin.Em baş zanin
tu tişt ji ber xwe ve şîn nabe.Her tişt bi ya beriya xwe ve
girêdayî ye û li ser mîrateya wê bilind dibe.Vêca bi gor van
şertan em li nivîsa kurdî binihêrin em dê bibînin ku her
helbest heye di jiyana kurdan de.Tiştek din ku divê neyê ji
bîr kirin,nivîskarên kurd di heman demê de
rewşenbîr,siyasetmedar û xwendevanên kurd in jî,û wan divê
di katek zû de xwe bigihînin gel û xewn û xiyalên xwe yên
netewî ragihînin civakê da bikaribin hişyarbûnekê pêk
bînin.-Pîremerd ta Cegerxwîn her ev rastiye hatiye honandin
û vegotin-Ya sisêya jî berhemên wêjeyî yên ji bilî helbestê
bêhtir nîşaneya modêrniyê ango ya bajarvaniyê ne.Kurd,ta van
salên dawî jî ji jiyaneke rêkûpêk û bajarvaniyê dûr
mane,hatine dûr hiştin.Vêca di civakake ku îro û pêşeroja wê
nediyar de ev beşên wêjeyê her li paş dimînin.
W: Pirbûna helbestvanan û berhemên helbestê, ev yek
bandoreke neyînî li helbesta kurdî nake, yan helbest ev çend
rehete roj bi roj qada helbestê ji helbestvanan tê dagirtin;
em vê rewşê çawa bi navbikin, dewlemendiya pirûkxana wêjeya
kurdî ye, yan lewazbûne?
Berken Bereh;
Dema em li kovar û rojnameyên kurdî dinihêr in
helbest bêhtir bala me dikêşe.Lew helbest bêhtir ji xwe re
cih girtiye.Lê bi ya min bi gor nifûsa kurda helbestvanên
wan hindikin.Ma bi gor neteweyên din weşanên me hene?Pirsa
te ya ku ji metirsiyekê derketiye helbet sedemên gelek
pirsgirêkanin.Yek ta van salên dawî zimanê kurdî qedexe bû û
kesên bi kurdî dinivîsandin hem kêm bûn û hem jî karê xwe
baş dizanîn û li ser toreya kurdî destmêja xwe digirtin û
xewna xwe didîtin.Lê ji ber asayîbûna rewşêre gelek kesan
xwest di vê zeviya bê xwedî û şûvde hespê xwe bibezînin û
tovê xwe bireşînin.Da zû navdar bibin.Mixabin vê lezgînî û
bê xwedîtiyê kir ku gelek tovê zîvan tevlî kirin.Ya din jî
kêmbûna xwendevanan û bê kalîteya weşanxane û nebûna rexneyê
ye.Em baş zanin ku ta derdorek xwînerên ku karibin di
helbestê de qasî helbestvên têgihîştî û xwedî agahiyên zelal
dê ev rewşa aloz bidome.Tevî van metirsiyan jî her rista bi
zimanê kurdî hatî nivîsandin dê bibe derinceyek bo qesra
helbesta kurdî.
W: Mamoste, wek tê dîtin şêwaza helbesta nûjen roj bi roj
derdikeve pêş û em dikarin bibêjin piraniya helbestvana ev
şêwaz ji xwe re bingeh girtiye, çima ne klasîk, çima
helbesta nûjen?
Berken Bereh;
Helbesta nûjen ku em jê re helbesta serbest jî dibêjin ji
hêla ciwankarî û afirandinê ve ji ya klasîk ne qelstir e.Her
çiqasî xoertên nû dest bi helbestê dikin vêya wek tişteke
hêsan dibînin jî di dawiyê de pê dihesin ku çendîn zor e.Ji
ber wê ye ku gelek kes piştî demekê dev ji helbestê berdidin
berê xwe didin cureyên din ên wêjeyê an jî hew
dinivîsînin.Bê guman helbesta klasîk têra xwe hatiye
bikaranîn û berhemine nemir diyarî me kiriye.Lê,helbesta
klasîk xwedî hin
taybetiyanin.wek;form,şêwaz,kîteyî,aruz,ziman û bikaranîna
wê ya ji hêla ferhengoke hevpar.Her çiqasî bi gor dema xwe
ev taybetiyên han têra helbestê bihatana jî,lê îro bi
guherîn û veguherîna civak,sirûşt,hizr,raman û rêbazên
watedarkirina bûyer û qewimînan encax bi destê helbesta
serbest dikare bête nivîsandin.Helbesta serbest têra xwe
elastikiyete û derfet û deliveyên vegotin û ciwankariyê
raberî me dike.Ger em bikaribin-çi di hêla mijar çi di hêla
şêwazê de-helbesta klasîk dahûrînin û tiştine ku bi kêrî me
bê di helbesta xwe ya serbest de bi cih bikin,helbet dê
serfirazî û nirxê wê zêdetir bike.Wek mînak em dikarin ji
awayên vegotina mijarê û honandina wê sûd werbigirin.”ey av
û ava Feqiyê Teyran”dikare bibe bersiva pirsa me.
Bi kurtasî divê helbesta me ne li ser înkarkirina
helbesta klasîk lê,li ser mîrateya wê û lêzêdekirina wê
bilind bibe.An dê helbesta me her hinekî kulek bimîne.
W:Hindek dibêjin helbest û hindek dibêjin pexşan, wek tê
dîtin helbest û pexşan ketiye nava hev, gelo çi cudahî di
navbera helbestê û helbestpexşanê de heye, em ê çawa van ji
nav hev derxin, yan her du yekin?
Berken Bereh ;
Pexşan-helbest formeke helbestê ye ku di sedsala
19an de li rojava (Fransa) hatiye
bikaranîn.Bertrand,Baudelaire, Rimbaud wek şahên vê cure
helbestê tên zanîn.Wan bi kurtasî ji bo vê cure helbestê
wiha gotine;Deqên kurt,tîr,serbixwe ku nabine perçeyek ji
cureyên din ên wêjeyê.Ango ji lêgerîna helbestê derketiye
holê lê,di dawiyê de pexşan in.Di wan de hest û bestên
takekesî ên dilînî hatine vegotin.Di hundurê xwe de xwedî
ahengekê ne.Ji ber metirsiya şayesandin û dahûrînê
hevoksaziya gramerî tercîh dikin.Di deqan de baneşan û
xîtabet li pêş e.Vêca pexşanhelbest ji gelek hêla ve dişibe
helbestê.Lê di dawiyê de ji helbestê cudatir e.Lew,di
helbestê de form,şêwaz,ritm,kêşesazî,naverok,hevoksazî û
gelekên din bi hevre din av harmoniyekê de tê bikar anîn.Wek
ku min li jor jî diyar kir em dikarin bibêjin ku
pexşanhelbest wek hayko,sonet,çarîn…dikare bibe formeke
helbestê.Ger bi gor şert û mercên wê bihête nivîsandin ez li
gel wê me.Mînak nameyên te yên ji “esmera bakur” re mînakine
hêjane bo pexşanhelbestê.Bi kurtasî ev form ne di lêgerîna
kiraseke nû ji helbestê re derketiye holê,berevajî ji ber
navdarî û xwederxistina pêş hinek kesan ev ceribandiye.Lew
gelek mînakên serkeftî hê xwe nedaye der.Dîsa jî ev lêgerîn
û hêçandina(çi dîtbarî,çi zimanî,çi form..) helbestvanên me
dê bikaribe kavilekê ku wê li ser wê berhemên hêja bête
nivîsndin pêk bîne.
W: Hêviyên we di helbesta kurdî de?
Berken Bereh;
Bi tevî hin nimûneyên ne baş û diltezîn jî helbesta kurdî
roj bi roj kamil dibe û kiraseke nûjen ji xwe re didriû.Em
îro rastî cureyên cuda ku ji haykoyê bigir ta sonet û
helbestên ku ji yek ristê pêk tên.Ango helbestvanên me jî
pêhesiyane ku helbesta me ya îroyîn têra me nake.Ji ber
hindê dinav lêgerîn û livbaziyekê de ne.Bi ya min ne dereng
di demeke nêz de helbesta me dê rabe pêdarê.Ez vê helwestê û
haydanê dibînim.Lew bi saya tora internetê û rûxandina
tixûbên di navbera perçên welêt de-bi saya
mihrîcanan-helbesta me berbihev tê û zanîn û poetîkayên cuda
bi hev re tê par ve kirin.
W: Gotina we ya dawî
Berken Bereh;
Spas bo van pirsên te yên aso û bergeha hizr û ramanê min
ronahî kirine.,
Sipas bo bersivdana we
www.rojnamawar.com
|