shevchira@shevchira.com

 

 

30/07/2010

 

 

Azer Osê

 

 

Şevçira: 30 July 2010

 

 

 

 

 

 

 

VEGERE SERRÛPEL

 

 

 

Azer Osê

Xwe diparêzim

 

 

 

ji dilên bi kîn Xwe diparêzim

Ji derên ziwa Xwe diparêzim,

ji dilên bê dil Xwe diparêzim,

ji kenê nîvco Xwe diparêzim,

ji hêsra ne ji dil Xwe diparêzim

ji qal û qîlan Xwe diparêzim,

ji pirsa ne pirs Xwe diparêzim,

………..

dûrî we,

destarê jînê bi xwe digere,

niklên pênûsan her dem şil in,

li xwe mikur têm, bi raza xwe re

dîsa jî

Xwe,

giyanê xwe,

peyva xwe,  

helbesta xwe

wekî laşên pîroz,  

pagij dikim

û ji yar re, tiştên neyênî diyar dikim

û pê re, şevên bê deng, bi deng dikim,

û bi bêrîkirin demên vala qezenc dikim.

 

Ji we dipirsim?

di serên we de,  çi digere?

Ji xwe bi guman bin

Ne gumanan………

ji yarê rojê,

Ji yarê peyvê,

ji yarê heyvê,

ji yarê hêsrê,

ji yarê eşqê,

ji yarê şevê,

ji yarê xewê

ji yarê maçê,

ji yarê Xwedê

hûn dikin.

 

 Ne guneh e,  wekî xwe bim!!

Lê guneh ew e,  

wekî we bim

û nimêja eşqê,

qet nasnekim

 

30. 07.2010

Azer Osê

 

 

 

 

 

 

 

 

Her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye

 

copyright ©shevchira.com [ shevchira@shevchira.com ]

start: 01. 01. 2010