|

Azer Osê
Kelemên jiyanê
Di vê jiyanê de, mirov pir matmayî dimîne, mirov têde
nagihê, bê hin çi ji te dixwazin?
çi ji te divên? çi dek û dolaban li ser te digerînin?….
ti dibê qey ti karê wan tuneye, yan dewleta wan li ser Heyvê
ava kiriye û li şûna Xwedê rûniştine û ji bilî paşgotiniyê,
bêbextî û gelaciyê, tiştekî din nakin…lê xwezî tiştek
nekirina, wê dîsa pir baş ba ku çêla mirovên guneh nekirina
Ji 24 Seetan xwezî carekê li xwe vegeryana, û dilên xweyî
reş, yên bi kîn bi bayê evîndarên rojê re, yên şevê re
bişiştina û hinekî ji vê jiyanê, ya bi xweşî û nexweşiya xwe
hezbikirna
Di biçûkaniyê xwede, tevî ku min nû çavên xwe li jiyanê
vekiribû, bi wê xwezayê re dikeniyam, pêre hestên min
bilind dibûn û di hembêza xwedê de radizam.
Hîna min pir giraniya bindestiyê ji hêla dijmin ve
nizanîbû…lê min didît û pê dihisiyam ku giraniya bindestiya
kambax ya kurdan ji hev re, bi xwe ye.
Di wê demê, ku temenê min biçûk bû, pirê caran min ji
xortan, ji ciwanan re digot:
Ma ne dijminê me kurdan hene, yên xaka me perçe kirine,
zimanê meyî dayikê qedexe kirine, civak û jiyana me serûbinî
hev kirine…xwezî carekê hûn çêla wan bikin, ma ji bo çi hûn
siyasetê dikin, ji bo çi hûn xwe xwediyê kurdan
dibînin…….dizanim yê xwe xwediyê malê dibîne mîna çirê
ronahiyê dide derdora xwe, û ji milet û civaka xwe hezdike.
Ev êş hîna jî berdewam dike, hîna jî dijwar dibe, hîna jî
deqa xwe li Eniya roja nû dixe
Pirê caran min hizir dikir, ji xwe zivêr dibûn..bi xwe re
şer dikir, û min nedizanî bê çima hin kes wisa nêzî min
dibin, ji min çi dixwazin…min bi xwe ji wan hezdikir û
rojekê ji rojan min hestên wan û yên xeyrî wan birîn
nekir…min peyva xweş diyarî roja wan dikir..ji wan re
pêşeroja xweş dixwest….û rojekê min nedixwest bi wan re di
wê pêşbirka bê wate de, gengeşiya bê rêk û pêk kevim, û di
nav de cîhbigrim, Lê tenê min yek tişt ji wan, yan ji yekî
ji wan dixwest…ku min mîna min bihêlî, wekî ku xwedê min
dayî bihêle,
wekî hezdikim, min bihêlî,
Min dixwest azad bijîm, azad bikenim, azad bigrîm, azad
xewnan bibînim
azad rabim, azad rûnêm
ta ji min hat min wekî xwe, kurdewariya xwe dikir, wekî xwe
dûrî girê kurdan diketim, ta ku ji wan wekî xwe, wekî Xwedê
wan da, hezbikim.
têde giham, ku mirov wekî xwe, tenê dikarî bijî, ji xwe, ji
delalan, ji siruştê tiştên xweşik bigirî û pêşerojê radestî
xaka tî bikî
pir westiyam, ta ku min hinekî azadiya xwe bidest xist, bi
hestên xwe bijîm,, û bi bayê jiyanê re bimeşim, xwe hevalê
her kesên bedew dibînim, her kesên ku dihêlin ez xewneke
xweş , helbesteke ciwan binivîsim dibînim
li wan digerim û ew li min digerin…ez bêriya wan dikim û ew
bêriya min dikin…. ta roja îro bi kesekî re neketim
bazirganyê, min nexwest ku giyanê xwe xerab bikm…lê tevî vê
jî, dev ji min brnedidan û nedurist nêzî min dibûn.
li cem min, mêraniya herî mezin, ku mirov bi xwe re mêr bî,
bi xwe re durist bî, mêranî ne bi kurdekî guneh re ye, yan
kurdekî ku Xwedê jê hezkiriye
ji min bipirsin, bê cihê mêraniyê li ku ye? dikarim xweş rê
şanî wan bidim
û cih radestî wan bikim…
dizanim yê hezdike, mirovan naêşîne,
mirovên hezdikin, evîndarin û mîna gulên nazikin…lê
mexabin..her tişt li cem me kurdan serûbinî hev bûye…pir kes
çêla hezkirinê, yan hestan, yan helbestê dikin…û heyvanê
dilovanî û hezkirinê li cem wan peyda nabe!
Wekî ku siruşt renge renge, mirov jî renge rengin…,
Di kurdewariyê de jî, wisa min her dem dixwest, ku kurd û
partiyên kurdan dev navêjin hev şerê hev nekin, bera ne mîna
hev biramin, ne mîna hev xebatê bikin, ne mîna hev rabin û
rûnên, lê li ser xalên sereke bi yek bin û ba jî di ber wan
re nere, lê mexabin?
Di warê nivîs, nîgaş, û helbestê de jî..
ku heznekim..nikarim xewneke xweş ya bi hêwî bibînim,
nikarim helbestekê binivîsînim..ji ber ku jiyan bi hezkirinê
xweşik û ava dibe, bi gir û kînê xerab dibe, ta ji min
hat..min xwe ji wan dikirî, lê çi qasî min xwe dikirî…ji
hinan xelas nedibûn û şerê min yan paşgotiniya min
dikirin………Min ji jiyanê heznekira xem nedikir, min ji
mirovan heznekira xem nedikir, min ji nivîs û hebestê
heznekira xem nedikir
rihet dikarîbûm bi wan re, dakevim meydanê û bi ser jî
bikevim.
min dizanî ku ez bi wan re têkevim vê pêşbirka
xerab..xiyanet bi xwe ye, bi Xwedê re ye, bi jiyanê re ye,
bi dozê re ye, bi hezkiriyên xwedê re ye, û bi her tiştên
pîroz re ye…
dixwazim bibêjim..mirov temenê wî kin e,
lê Xwedanê peyva xweş sermedî ye
3.7.2010
Azer Osî
|