|
30 July 2010 |
 |
ji dilên bi kîn Xwe diparêzim
Ji derên ziwa Xwe diparêzim,
ji dilên bê dil Xwe diparêzim,
ji kenê nîvco Xwe diparêzim,
ji hêsra ne ji dil Xwe diparêzim
ji qal û qîlan Xwe diparêzim,
ji pirsa ne pirs Xwe diparêzim,
dûrî we,
destarê jînê bi xwe digere,
niklên pênûsan her dem şil in,
li xwe mikur têm, bi raza xwe re |
 |
Kemal
Necim:
Şaneşînên Tirsê
Kolanên Poşmaniyê
Tirsa min ji wê tirsê
ku careke din bêriya te bikim
îro , yan sibê,
yan piştî çileyekê..
.....................
Û mîna careke berê,
bi tevû sawêrên xwe yên şêlo
û bayê vê dilbijîna neban , piştxwas, piştvekirî,
piştsincirî, malwêran,
di guhê min de dike vîzevîz.
Bi tevû xwêya li ser eniya min şev lê geriyayî,
|
 |
Salih Bozan:
LO KURDO..?
Lo Kurdo tu kî..?
Ez mirovekî bi çiyan re zewicî me
Û zarokên min li çeman in
Dem di çavên min de
tê kuştin
|
 |
Di vê jiyanê de, mirov pir matmayî dimîne, mirov têde
nagihê,
bê hin çi ji te dixwazin?
çi ji te divên? çi dek û dolaban li ser te digerînin?….
ti dibê qey ti karê wan tuneye, yan dewleta wan
li ser Heyvê
ava kiriye û li şûna Xwedê rûniştine
û ji bilî paşgotiniyê,
bêbextî û gelaciyê, tiştekî din nakin…
lê xwezî tiştek
nekirina,
wê dîsa pir baş ba ku çêla mirovên guneh nekirina
 |
 |
Nizar Yûsiv:
Landika xewnan
Honandin a keziyên çend zeriyan
Biskên çend dilberan
Li hev birês im
Werîs ê hêmandin ê
Bavêj im qurm ê dara tûyê
Li deşt ê
Û seryê din
Li kembera dar a berûyê
Girê bidim  |
|
![]() |
|